Ji 16’ê Rezberê heta niha ve kantona Kobanê ya Rojava hatiye dorpêçkirin. Di dema ku digotin ket dê bikeve,nûçeyên ku ba vegerîyaye bi alîyê yên ku Kobanê diparêzin ve hatin. Lê belê xeterî derbas nebûye û hîna jî bi hezaran mîrov di bin xetereya komkujîyekê hovane de ne.
Sosyalist Alternatif, 19 Ekim 2014
Rêxistina wahşetê DAÎŞ, bi tenq, fûzeyên û hêzek leşkerî ku qasî ên di destê dewletekê de be êrîş dike. Dewleta Tirkîyê û hukûmeta AKP’ê ji alîyekî ve pişgirîyên şenber ku dide DAÎŞ’ê ji alîyekî ve jî ber YPG’ê û hêzên ku li Kobanê li dijî DAÎŞ’ê têkoşînê dikin digire. Di rewşekê mina hêzek ku êrîşî Kobanê dikê ye. Ji alîyekî ve jî dinav sînorê Tirkîyê de gelên ku piştevanîyê didin têkoşîna Kobanê terorîze dike û hem polîtîk hem jî alîyê darunahî têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê dijwar dike.
Di 2012’de gelê Rojava ji Kobanê despêkirin û herêmên ku lê dijin kirin bin pişkînanê, hewldan ku xweser bi xwerêvebirin di ser netew, ol, mezhep û demokratîk ava bikin. Bêguman ev ji bo gelê bêdewlet ê herî mezin li cîhanê Kurdan re serkefîyek mezin e, hemandemê ji bo tarîtiyê bû mîna çirûskekê ji Sûrî û Rojhilatanavîn re ronahî. Ji ber vê yekê ne DAIŞ û jî hêzên din ên ku fêda wan di herêmêde hene ev bixwerêverina ku ji demokrasiya sosyalîst sûd wergirtiye ji vê “modelê” xweş neman.
DAÎŞ bi awayên herî hov, bi rêbazên ku tirsê belavbikin, dewletek teokratîk bi qanûnên hoveber didamezirand, li hemberî vê dixwaze PKK’ê ku bi wê re di nav dijwateyekê de ye, tevgerek tehluke û sekuler e ji herêmê paqij bike. Ji bilî vê dixwaze û hewl dide ku bi girtina Kobanê Dewlata Îsalmê ku îlan kiriye fireh bike û bidesthistinên sitratejîk qezenç bike. Tirkî jî ji alîyekî ve dixwaze bidestxistinên Kurdan hûrhûrî bike, ji alîyekî ve jî bi hesabên ku bibe hêzek emperyalîst zorê de ku hêzên din ên emperyalîst jî li dijî rejîma Esad têkilîkirinê û gava vê dike jî ji xwe re rolekî sereke dihilperijîne. Hêzên emperyalîst jî di hewla ku kontrola pişkî ji destên wan şemitîye di destên xwe de bigirin, di hemandemê de jî têgihîja “rizgarker” ku ji ber rewşê derketiye holê bi qewet dikin, dixwazin ku serxwerîya xwe ya li herêmê ji nû ve bi qewet bikin.
Emperyalîst Rizgarker in?
Bi teybetî piştî êrîşa DAÎŞ’ê ya Şengalê, bi firahayî xwestekên têkilîkirin û pişgirtiya çekan rave bûn, di serî de ji ABD û dûra jî ji hêzên din ên emperyalîst. Di dorpêçkirina Kobanê de jî eynî rewş derket holê. Ne emperyalîst, ne Tirkî ne jî aktorên din ên li aliyê kapîtalîzmê tiştên ku ji aramîyê fehm dikin û kedkar, nifşên fireh ên xizan ku fehm dinik yek e. Ji bo yî wan aramî neteqîniya bombeya, ne xesalbûna mirin, bindestî, mîjokatîyê ye, beravajî herîkîna petrolê û parastina havila kêşeya wan e. Ji ber vê yekê ev nifş, xestekên gelên ku bi komkujîyan re rû bi rû mane mîna alîkarî û çekan dê ji xwe re bi taahutên polîtîk re vekin. Lê belê ev rewş, tu carî nayê wateya aramîya ku em fehm dikin.
Bêguman mîrovên ku bi komkujî rû bir û mane, gava ku DAÎŞ gerdora bajar girtibe balafirên ku di ser serê wan re difirin ku bixwazin li DAÎş’ê bixin xweza ye û tê fehm kirin. An jî ji bo piştgirtina berxwedanê xwestina vebûna rê ya di Tirkî re. Lê belê ev hemû go bibin demandanê polîtîk û taahutdan dê bê wata neyar bûne dost.
Parastina Rojava
Parastina Kobanê lewma jî ya Rojava jig elek aliya ve girîng e. Bi ketina Kobanê re bi hezaran welatiyên Kobanê ku bi hovîtî dê bên kuştin pê re jî, ji bo herkesên ku ji bo cîhanekê xweş têkoşînê dikin têk çûyîn e.
Ji gava stanîlîzm hilweşîyaye heta niha hem hêvîşikestina karkeran hem jî êrîşên xedar û îdeolojîk ên kapîtalîzmê, têkoşîna çînan têkçûnek dîrokî jiya. Hêzên sosyalîst ku li Rojhilatanavîn hebûn tev heliyan. Vê rewşê li Rojhilatanavîn xizanî anî. Ev bû sedema ku gundî û kedkar ji ber rejîmên emperyalîst û dîktatorî berê xwe bidin rêbazên Îslamî û Cîhadî. Encama vê ne go pirsdirêkên va nifşan çareserbibin îca rewşa wan xiraptir û tevlîhevtir bû.
Lê belêserdema ku kapîtalîzmê serketina xwe îlan kir ji zû de hatiye girtin û niha di çapana gerdênî de qeyranekê dîrokî ku ji nav dernakeve dijî. Di heman demê de cîhan, bi serhildanên kedkaran, xizanan û xwendekaran ku li dijî kapîtalîzmê derdikevin diheje. Bi Şoreşên Ereban dîktator yek bi yek têk çûn. Dibe ku bi parastina Kobanê ango Rojava biserkeve, ji van şoreşên ku riya wan tekinîye jî bibe mîna îlhamekê.
Modela demokratîk ku xwe daye xwebirêvebirinê ya ku li Rojava tê danîn li ser esasên kapîtalîst naye danîn ev teqez e. Ji ber ku koka van pirsgirêkên li Rojhilatanavîn, di her tevgera mîrov de ku fêda xwe dixiye ev pergala kapîtalîst e. Lê belê dê Rojava vê ezmûn bike. Ji aliyên din ve bingeha pîşesazîyê ya Rojava ku pir kêm e serkeftina Rojava dê ne be gravek biçûk û tenê, ji bo karker û gundîyên xizan ên herêmê bibe modelek baş an nebe ye. Riya vê jî di stratejîyekê Rojava sosyalîst, bihevrebûna ji dil û Konferasyonek Rojhilatanavîn a sosyalîst de derbas dibe.